Gelek bihaneyên Putin hene ku pê hewl dide Ûkrayna dagir bike.
Lê hin bihaneyên bingehîn ku Rûsya dagirkirina Ûkrayna rewa dibîne, hene.
Carnan dibêje armanc parastina Rûsîaxêvan ji Nazîzma Ûkraynayî û zilma nîjadî ye.
Her wiha ew îdia dike ku Ûkrayna dixwaze tevlî NATO bibe û bibe baregeheke leşkerî ya pêşverû da ku ewlehiya Rûsyayê gef bike.
Li aliyekî din behsa hewldanên xeternak ên Ûkraynayê yên ji bo xwedîkirina çekên nukleerî dike.
Carnan vedigere dîrokê da ku behsa mafên erdnîgarî yên Rûsyayê li dewleta Ûkraynayê bike û hwd.
Yekem çirûska şer
Yekem çirûska şerê Rûsya û Ûkraynayê di sala 2014an de, dest pê kir. Di vê salê de Rûsya gelek çalakiyên leşkerî li ser xaka Ûkrayna da destpê kirin. Piştî xwepêşandanên Ewromaydan û serokê Ûkraynayê Viktor Yanukovych ji kar istîfa kir û welat terk kir.
Leşkerên Rûsyayê gelek cihên stratejîk ên li nîvgirava Krimê bi dest xistin, piştî wê Rûsya Kirimê tevlî serweriya xwe kir.
Bi referandumekê gelê Krimê bi yek dengî xwe tevlî yekîtiya Rûsyayê kirin. Piştre li Donbasê alîgirên Rûsyayê xwepêşandan li dar xistin.
Vê yekê şerekî çekdarî di navbera hikumeta Ûkraynayê û alîgirên Rûsyayê de derxist. Ji ber van sedeman erebeyên zirxî ji gelek aliyan ve derbasî sînorê Donestkê bûn.
Dîsa dema Ûkrayna ragihand ku Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li ser sînorê Krimê zêde kiriye. Di sala 2016’an de şer û pevçûn gur bûn.
Hêzên deryayî yên Rûsyayê 3 keştiyên deryayî yên Ûkraynayê bombebaran kirin, piştre deriyê sînor hatin girtin. Vî şerî heya sala 2018’an berdewam kir.
Li ser van bingehan yasadanên Ûkraynayî piştgirî dan sepandina qanûna leşkerî li ser deverên peravê yên Ûkraynayê bi sînorê Rûsyayê re.
Derbasbûna nava axa Ûkraynayê
Cîhan di 21 sibata 2022’an bi naskirina Putin, ya herêmên Donestk û Luhansk, ên ji aliyê cudaxwazên alîgir ê Rûsyayê ve li Donbasê tên kontrol kirin, şiyar bû.
Di 22’ê sibata heman salê de, Meclisa Federasyona Rûsyayê bi yekdengî destûr da bikaranîna hêza leşkerî û leşker ketin her du herêman.
Bûyerê heta 24 sibatê dest pê kir. Rûsya bi bihaneya bêçekkirin û rakirina bandora Naziyan ji Ûkraynayê, êrişeke leşkerî ya mezin li Ûkrayna da dest pê kirin û şerekî herî dem dirêj ji dema şerê cihanê ya duyemîn ve hat ragihandin.
Ev heya roja îro berdewam dike.
Ji destpêka vî şerî ve gelek hewldanên aştiyê hatin kirin.
Herî dawî jî ji destpêka vê salê ve sê gerên çareseriyê li Stenbolê pêk hatin.
Lê her sê dan û standin tenê bi pevguhertina dîlan û termên leşkeran ve man û ti encamên çareseriya aştiyê pêk neanîn.
Piştî van bûyeran bi serpereştiya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ji bo bidawîanîn şer, li Alaskayê bi Putin re civiya.
Lê beriya civîna Trump û Putin nûnerê serokê Amerîkayê Stev Wîtkoff sardana Moskovayê kir û ji bo rawestandina şer li ser bidestxistina hin herêmên Ûkraynayê dan û standin çêbû.
Piştre serokê Amerîkayê Donald Trump civîn erênî nirxand û got me bi Putin re li ser hin xalan li hev kiriye, lê ez hêvî dikim ku Zelensky razî bibe.
Tevî hewlên çareseriyê jî şer didome
Lê li beramberî van pêşketinan û hewldanên serokê Amerîkayê ji bo çareseriyê, hîna jî şerê Rûsya û Ûkraynayê berdewam dike.
Di şeva borî de hêzên Parastina Hewayî ya Rûsyayê 49 dronên Ûkraynayê asteng kirin. Her wiha serê vê sibê hêzên Ûkraynayê ragihandin ku Rûsyayê bi gelek dron û mûşekan êrişî Ûkraynayê kiriye.