Amarên şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê yên du hefteyan

Şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de, hefteya xwe ya duyemîn temam kir. Di navbera du hefteyan de bi hezaran kes hatine kuştin û birîndar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêberên Îran, Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê biryara berdewamiya şer "heta gihiştina armancên xwe" dîsa nû dikin.

 

Du hefte ne, Rojhilata Navîn di bin şerekî dijwar de ye û bazarên daryayî yên cîhanê hatine hejandin.

 

Erê, şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de ku di 28'ê Sibata 2026'an de dest pê kiribû, îro (13'ê Adarê) roja xwe ya 14'an, ango hefteya xwe ya duyemîn temam kir.

 

Di vê hefteyê de gelek geşedanên girîng çêbûn:

 

Hêzên Îsraîl û Amerîkayê êrîşên giran birin ser paytexta Îranê, Tehranê û gelek navendên leşkerî û binesaziyê hatin armancgirtin.

 

Îranê ragihand ku ew ê rê nede tu keştiyên neftê di Tengava Hurmuzê re derbas bibin, ku vê yekê nirxê neftê li cîhanê pir bilind kir.

 

Li gorî  Ajansa Reuters û CNN; di vî şerî de heta niha zêdetirî 2,000 kesî jiyana xwe ji dest daye.

 

Nûnerê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku herî kêm 1,348 sivîl hatine kuştin û 12,000 birîndar bûne.

 

Saziya Mafên Mirovan a HRANA'yê jî diyar dike ku hejmara giştî (leşker û sivîl) gihîştiye 1,825 an jî 1,858 kesî.

 

Şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de jî dijwar bûye. Heta niha li Lubnanê di encama êrîşên Îsraîlê de, herî kêm 700 kes hatine kuştin û 1,400 kes jî birîndar in.

 

Êrîşên Îranê jî li ser Îsraîl didomin. Li gorî rayedarên Îsraîlî, 14 kes hatine kuştin, ji wan 12 sivîl û 2 leşker in.

 

Her wiha di encama êrîşên Îranê yên li ser baregehên Amerîkî li Rojhilat Navîn de, Pentagonê ragihandiye ku heta niha 9 leşkerên Amerîkî hatine kuştin.

 

Li welatên Kendavê: Îraq, Îmarat, Erebistana Siûdî û welatên din ên herêmê, derdora 30-40 kesî di encama mûşekên Îranê de hatine kuştin.

 

Amarên şer ên du hefteyan, wiha ne:

 

Îran:  1,858 kuştî       12,000 birîndar

 

Îsraîl:    14 kuştî         2700 birîndar

 

Amerîka:  9 kuştî         170 birîndar

 

Libnan:  700 kuştî       1,400 birîndar

 

Welatên Kendavê:     40 kuştî

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye