Sîstema cîhanî ya nû bi berdewamî ji Euro-Atlantîkê ber bi Asya-Pasîfîkê ve diçe.
Pêşveçûna bilez a herêma Asya-Pasîfîkê dibe sedema girîngiya jeopolîtîk û reqabetê li herêmê.
Her çend Çîn di têkoşîna serdestiya herêmî de xwedî cihekî navendî be jî, lê belê li beranberê vê Amerîka jî armanc dike ku bi avakirina hevkariyên nêzîktir bi welatên herêmî re kontrolê bigire.
Ji bo pêkanîna vê hedefê Taywan ji bo Amerîka roleke girîng dilîze.
Taywan hem ji bo ewlehiya herêmê û hem jî ji bo parastina berjewendiyên DYA li Hind-Pasîfîkê xwedî roleke diyarker e.
Di heman demê de, Taywan di parastina têkiliyên asta bilind ên DYA bi Japonya, Koreya Başûr, Tayland û Fîlîpînan re roleke sereke dilîze.
Taywan: Çîn amadekariyên şer dike
Serokê Encumena Kar û barên Welatê Sereke ya Taywanê Chiu Chui-cheng, ji Weqfa Heritage ya li Washingtonê got ku Çîn, bi armanca ku Taywanê bixe nav xwe û di heman demê de bandora Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Asyayê qels bike û cihê wê wekî rêberê cîhanê bigire amadekariyên şer dike.
Chiu Chui-cheng destnîşan kir ku Çîn, di lêgerîna xwe ya "yekîtîyê bi Taywanê re", armanc dike ku bandora Amerîkî ji herêma Asya -Pasîfîk dûr bixe û di dawiyê de cihê Dewletên Yekbûyî wekî rêberê cîhanî bigire "da ku rûmeta neteweyî vegerîne û xewna qaşo Çînî pêk bîne".
Her wiha da zanîn ku Pekîn "bi awayekî çalak xwe ji bo şer amade dike" û balkişand ser zêdebûna çalakiyên leşkerî yên Çînê li dora giravê.
Serokê Encumena Kar û barên Welatê Sereke ya Taywanê di dawiya nirxandinên wiha dibêje: "Eger Çîn bi zorê Taywanê bigire, ev yek dê bandoreke neyekser bike, hevsengiya hêzê ya herêmî têk bibe û rasterast ewlehî û geşbûna Dewletên Yekbûyî tehdît bike ."
Daxwaza surprîz a Amerîkayê
Bi hemwext rojnameya Financial Times'ê radigihîne ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Japonya û Avusturalyayê xwestiye ku helwesta xwe di rewşa şerekî muhtemel bi Çînê re li ser Taywanê zelal bikin.
Financial Times dide zanîn ku Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Elbridge Colby di hevdîtinên xwe yên dawî de bi rayedarên parastinê yên Japonya û Avusturalyayê re ev mijar anîye ziman.
Li gorî heman çavkaniyê, Pentagonê ji her du hevalbendan pirsek wiha kiriye: "Ger Çîn êrîşî Taywanê bike û di navbera Amerîka û Çînê de şer derkeve, hûn ê çi siyasetê bişopînin?"
Ev daxwaz eşkere dike ku Washington ji hevalbendên xwe yên herêmî li dijî destwerdana leşkerî ya muhtemel a Çînê li Taywanê helwestek zelal dixwaze.