Ajansa Nûçeyan a Cezayîrê ragihand ku di dema mîsiyoneke perwerdeyê de, çar kes di encama ketina balafireke keşfê ya Parastina Sivîl li parêzgeha Cîjelê ya Cezayîrê jiyana xwe ji dest dan, ku fermandarê Koma Hewayî ya Parastina Sivîl jî di nav de bû.
Li aliyekî din, Serokatiya Ganayê ragihand ku di qezayeke ketina helîkopterê de, her du wezîrên Parastinê û yê Jîngehê û 6 kesên din jiyana xwe ji dest dan.