Weke tedbîreke parastinê yê berjewendiyên NATO di navbera pireke ku Tengava Mesîna û bejahiya Grava Sicilyayê bi heve girê dide tê çêkirin.
Ev proje ji zû ve di rojevê de bû. Lê ji ber nakokiyên aliyan her hate paşvexistin.
Hikûmeta Serokwezîr Giorgia Melonî çêkirina vê projeya herî nakok a Îtalyayê, erê kir.
Pira Tengava Messina, ku dê Sîcîlyayê bi herêma Kalabriya ve girê bide, ger were temamkirin, dê bi dirêjahiya 3.6 km bibe pira daliqandî ya herî dirêj a cîhanê.
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Veguhastinê yê Îtalyayê Matteo Salvini piştî ku Komîteya Plankirina Aborî û Pêşkeftina Domdar di 6ê Tebaxê de projeyê pejirand civînek çapemeniyê li dar xist û got:
"Ew ê bibe pira herî dirêj a vekirî a cîhanê; rekora niha ji hêla Tirkiyeyê ve tê girtin.
Pira Tengava Messina, ku dê dirêjahiya wê 3,600 metre be, dê ji Pira Çanakkale ya li Tirkiyeyê ku rekord digire, kîlometreyek dirêjtir be"
Dirêjahiya Pira Tengava Messina wê 3,600 metre be
Projeya Pira Tengava Messina di îhaleyek navneteweyî de ji konsorsiyûma eurolink re hat dayîn.
Konsorsiyûm ji Webuild a ji Îtalyayê, Sacyr a ji Spanyayê û IHI ya ji Japonyayê pêk tê.
Pêşbînî tê kirin ku pir hem ji bo veguhastina rê û hem jî ji bo trênê wê di navbera salên 2032 û 2033an de ji bo karanînê vekirî be.
Di çêkirina pirê de Trump roleke diyarker lîst
Hate eşkerekirin ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump di pejirandina dawî ya projeya pirê de, ku tê payîn ku lêçûna wê 13.5 mîlyar euro be, rolek diyarker lîstiye.
Trump daxwaz kiribû ku endamên NATOyê lêçûnên xwe yên parastinê zêde bikin.
Hikûmeta Gergia Meloni Pira Tengava Messina wekî veberhênanek binesaziyê ya stratejîk ji bo armancên parastin û ewlehiyê ye binav kir.
Hikûmet îdia dike ku pir ji bo hebûnên NATOyê li Başûrê Îtalyayê girîng e û pêşniyar dike ku lêçûn di budceya parastinê de were zêdekirin.
Serokwezîr Meloni di civîna bilind a NATOyê ya hezîrana borî de ev nêzîkatî şîrove kir û ev nirxandin kir:
"Em dibînin ku Rûsya her ku diçe ber bi Deryaya Spî ve diçe. Li ser baskê başûr ê NATOyê gelek gefên hîbrîd û aktorên dijminane hene."
Di civîna bilind a NATOyê ya Hezîranê de, welatên endam soz dan ku heta sala 2035an ji sedî 5ê Berhema Navxweyî ya Giştî (GDP) ya salane ji bo lêçûnên parastinê xerc bikin.