Rayedarên Ermenistan û Azerbeycanê li Waşingtonê bi hev re dicivin

Serokê Amerîka deriyê Koşka Spî ji berpirsên Azerbeycan û Ermenistanê re vedike, da ku şer û pirsgirêkên di navbera her du welatan de bi dawî bibin. Serokwezîrê Ermenistan û serokê Azerbeycanê serdana Waşingtonê dikin û li wir di bin çavdêriya Trump de, wê dest bi dan û standinan bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî nêzîkbûna wan ya ciyografî ji Moskovayê re, lê ew ji bo çareserkirina prisgirêkên xwe yên asê, berê xwe didin Waşingtonê.

Rayedarên Ermenistan û Azrebeycanê li paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi hev re dicivin.

Ev civîn di bin çavdêriya Amerîka de birêve diçe, dê her du welat rê û rêbazên aştiya mayînde û avakirina baweriyê gotubêj bikin.

 

Civîn di bin çavdêriya Trump de birêve diçe

 

Hikûmeta Ermenistanê ragihand ku Serokwezîr Nikol Paşinyan dê di 7-8 tebaxê de serdana Waşingtonê bike û li wir wê di civînek sêalî de, bi armanca xurtkirina hevkariyê û pêşvebirina aştiyê bi serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Azrebeycan Îlham Alyev re bicive.

 

Rewşa Nagorno bandorê li têkiliyên Yerîvan û Bakûyê dikin

 

Di Adara borî de, Ermenistan û Azrebeycanê dest nîşan kirin ku ew gihîştine reşnivîsekê ji bo imzekirina peymaneke aştiyê,lê ew peyman ji ber daxwazên Azrebeycanê yên ji bo guhertinên destûrî yên têkildarî herêma Nagorno-Karabaxê, bi fermî nehat îmzekirin.

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyêtê, şer di navbera her du welatan de qewimî, herî dawî jî di sala 2023an de, Azer beycanê herêma Nagorno Karabax kontrol kir û hebûna leşkerî ya Ermenistanê li wir bi dawî bû.

Çavdêr texmîn dikin ku dibe ev lûtke, deriyê çareseriyekê veke, lê ew hîn jî girêdayî amedebûna her du aliyan e ku xwe ji nakokî û pirsgirêkên xwe yên kevin xelas bikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24