Ev sê roj in, êrîşên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de giran bûne.
Şîrketa gazê ya Ûkraynayê Naftogaz ragihand ku Rûsyayê sê roj li pey hev êrîşî tesîsên wê yên hilberîna gazê li herêma Xarkîvê ya bakur-rojhilatê Ûkraynayê dike.
Şîrketê di postekê de li ser Telegramê got ku piştî êrîşeke li ser yek ji tesîsên wê roja yekşemê ku bû sedema windahiyeke beşekê ji hilberînê, ew neçar ma ku alavên xwe rawestîne.
Ûkraynayê, ragihand ku Rûsyayê yek ji mezintirîn êrîşên xwe yên mûşekên balîstîk ji destpêka dagirkirina xwe ya berfireh a ji beriya zêdetirî 4 salan ve pêk aniye.
Zelensky: Dijmin bi mûşekan Kîev hedef girt
Ûkraynayê, diyar kir ku di êrîşên ku ji roja şemiyê û vir ve de didomin, Kîev tê hedefgirtin.
Her wiha Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky got:
"Dijmin zêdetirî 40 mûşekên curbecur avêtine, piraniya wan paytext hedef girtin, ji bilî 120 dronên êrîşê."
Wezîrê Derve yê Ûkraynayê Andriy Sybiha jî got ku Rûsyayê "nêzîkî 40 mûşekên balîstîk avêtine"
Andriy Sybiha ev hejmar wekî hejmara herî mezin a mûşekên balîstîk ji destpêka şer ve bi nav kiriye.
Ûkrayna: Pergalên me yên parastina asmanî 126 hedef anîn xwarê
Hêza Asmanî ya Ûkraynayê ragihand ku Moskoveyê, êrîşeke hevbeş û berfireh li dijî Ûkraynayê pêk aniye.
Hêza Asmanî zêde kir ku pergalên wê yên parastina asmanî 126 hedef, di nav de 18 mûşek û 108 dron, anîne xwarê.
Hêza Asmanî ya Ûkraynayê eşkere kir ku 23 mûşek û 10 dronên din, 20 deverên cuda armanc girtine.
Rayedarên herêmî ragihandin ku li seranserê Ûkraynayê di 24 saetên borî de ji ber êrîşên Rûsyayê, herî kêm 16 sivîl hatine kuştin û 77 kesên din jî birîndar bûne.
Wezareta parastinê ya Rûsyayê: Em amade ne û erkên xwe pêk tînin
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî destnîşan kir ku wê tesîsên pîşesaziya parastinê û navendên lojîstîkê yên li Kîevê hedef girtin û bi postekê li ser Telegramê got:
"Em amade ne û erkên xwe pêk tînin."