Bîlançoya êrîşên herî dawî yên di 28’ê Adara 2026’an de, ku wekî roja 29’emîn a şer tê hesibandin, bi vî rengî ye:
Di 24 saetên dawî de heta serê sibê 28’ê Adarê, Îran rûbirûyê pêleke giran a bombebaranan bûye.
Li paytexta Îranê Tehran dengê herî kêm 10 teqînên mezin hatine bihîstin. Îsraîlê ragihand ku wan "navendên rejîmê" armanc girtine.
Îsraîlê êrîş birin ser santrala nukleerî ya Bushehr ku ev cara sêyem e di van rojan de tê armancgirtin.
20 kes di êrîşa dawî ya li ser rojavayê Îranê de hatine kuştin
Her wiha, kargeha ava giran a Khondab û tesîsa hilberîna "yellowcake" li Ardakan hatin armancgirtin, Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) ragihand ku heta niha rîska radyasyonê derneketî ye.
Kargehên mezin ên polayê (steel plants) û kargehên kîmyewî li Îsfahan û parêzgehên din jî hatine lêdan.
'12 leşkerên amerîkî di encama êrîşeke îranî de birîndar bûn'
Li aliyê din, şeva borî, Îran baregeha hewayî ya Prens Sultan li Erebistana Siûdî êrîş kir.
Karbidestekî Amerîkî ji Reuters re got ku 12 leşkerên Amerîkî, ku 2 ji wan di xeterê dene di vê êrîşê de birîndar bûne.
Di heman demê de, Îranê bi mûşekên balîstîk êrîşî navenda Îsraîlê û Tel Avivê kir, di encamê de kesek hat kuştin.
Yekem car e ku ji Yemenê mûşekek ber bi Îsraîlê ve diçe
A balkêş jî ew bû ku ji destpêka şer û vir ve, cara yekem e ku ji Yemenê mûşekeke balîstîk rasterast ber bi Îsraîlê ve hat avêtin, lê ji aliyê sîstemên parastinê ve hat astengkirin.
Porta Salalahê ya Omanê jî êrîşeke dronî pêk hat û zirar gihîşt tesîsan.
Amerîkayê heta niha li Îranê li 5,000 armancan xistiye. Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku hîn 3,554 armancên din mane ku werin lêdan.
Amarên giştî
Îsraîl: Herî kêm 18 îsraîlî hatine kuştin. Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê diyar kir ku 4,713 kes birîndar bûne.
Heta îro zêdetirî 1,900-2,000 kes li Îranê hatine kuştin. Tenê di êrîşên dawî yên li ser Rojavayê Îranê de 20 kes, di nav de jin û zarok, hatine kuştin.
Li Herêma Kurdistanê: 14 kesan canê xwe ji dest dane û 85 kes jî birîndar bûne.