Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) girêdayî daneyên mirin û windabûna koçberan, raporek belav kir.
Ew di rapora xwe de radighîne ku di sala 2025’an de li seranserî cîhanê nêzî 7.900 koçberan jiyana xwe ji dest dane yan jî winda bûne.
Rapor diyar dike ku windahiya li ser rêya koçberiyê di asteke bilind de ye.
Li gorî daneyên ku ji sala 2014’an û vir ve têne komkirin, zêdeyî 80 hezar koçberî jiyana xwe ji dest daye yan jî winda bûye.