Serokwezîrê Ûkraynayê: Rûsyayê li dijî me dest bi êrîşên berfireh kiriye

Serokwezîrê Ûkraynayê Serhiy Korytsky ragihand ku Rûsyayê dest bi êrîşên berfireh li ser binesaziya enerjiyê ya Ûkraynayê kiriye. Karbidestan got ku êrîşên esmanî yên Rûsî li paytexta Ûkrayna û herêma Kîevê 3 kes kuştin û 7 kesên din birîndar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Rûsya û Ûkraynayê li ser sektorên enerjiyên dijwar dibe.

Serokwezîrê Ûkraynayê Serhiy Korytsky ragihand ku Rûsyayê dest bi êrîşên berfireh li ser binesaziya enerjiyê ya Ûkraynayê kiriye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan duh êrîşeke berfireh li dijî navendeke ragihandinê li paytexta Ûkraynayê Kîev pêk anîn.

Di vê êrîşê de tesîsên enerjiyê yên li derdora paytextê ku piştgiriya hilberîna leşkerî dikin û binesaziya bendera li Îzmaîlê hatin armanckirin.

Parêzgarê herêma Zhytomyr a Ûkraynayê Vitaliy Ponetsko, diyar kir ku Rûsyayê duh êrîşî tesîsên enerjiyê û binesaziyên din ên sivîl li herêma bakurê Ûkraynayê kir.

Di heman demê de Ponetsko got ku êrîş li ser şîrketên di sektorên xwarinê de hatiye kirin.

Di êrîşên li ser Kîevê de 2 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûne

Di heman çarçoveyê de, rêveberiya leşkerî ya Kîevê bi rêya Telegramê ragihand ku di êrîşên li paytextê de du kes hatin kuştin û çar kes jî birîndar bûne. 

Parêzgarê herêma Kîevê Timur Tkachenko da zanîn ku di êrîşa mûşekî û dronên Rûsyayê de li herêmê zarokek hat kuştin û sê kes birîndar bûn.

Her wiha zirar gihîşt tesîsên binesaziyê, xanî, depo û otomobîlan.

Li gorî daneyên Wezareta Parastinê û Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê, Romanya û Polonya piştî êrîşên Rûsyayê yên li ser Ûkraynayê, balafirên şer ji bo parastina qada hewayî ya xwe rakirin.

Parêzgarê herêma Samarayê ya Rûsyayê Vyacheslav Fedoryshev angaşt kir ku Ûkraynayê bi dronan êrîşî navendeke hilberandin û parzûngeha petrolê kiriye û bi vê êrîşê zirarê da malên taybet.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye