Îranê vê carê êrîşî navdeneke Amerîkayê kir.
Ajansa Tasnim a Îranê îro ragihand ku Supaya Pasdarên Îranê di saet 4:50 sibehê de baregeheke hewayî ya Amerîkî hedef girtiye.
Supaya Pasdarên Îranê cihê baregehê eşkere nekir.
Ev yek jî piştî wê yekê hat ku Amerîka di serê sibê de li nêzî balafirgeha Bender Ebas êrîşek pêk anîbû.
Supaya Pasdaran gefeke nû li Amerîkayê xwar
Pasdarên Îranê hişyarî da ku her dubarekirina êrîşekê li ser wan, wê êrîşeke dijwartir li beramberî be û wiha got:
“Berpirsiyariya encamên wê jî li ser milê êrîşkar e.”
Li aliyekî din, duh Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew ji encamên siyasî yên pevçûnek dirêj bi Îranê re natirse û diyar kir ku rêberên Îranî şaş in ger ew difikirin ku hilbijartinên navîn ên Mijdarê wê Waşingotnê neçarî rêkeftinekê bike.
Trump: Ez xema hilbijartinan naxwim
Trump di civîna kabîneya Qesra Spî de behsa serokatiya Îranê kir û wiha anî ziman:
“Ew difikirin ku ew ê ji min bêtir sebir bikin.
Trump ev gotin di dema nîqaşên li ser çawaniya bidawîanîna pevçûnê de kirin.
Paşguhkirina wî ji bo zextên hilbijartinên navîn dibe ku fikarên hevalbendên Komarparêz zêde bike.
Donald Trump di destpêka şer de digot ku şer wê 4 heta 6 hefteyan bidome, niha ev şer dikeve meha xwe ya 4emîn.
Carinan, wî pêşniyar dikir ku şer dikare di nav çend rojan de biqede, lê paşê digot dibe ku dirêjtir bidome.
Her ku diçe dengder fikarên wan ji ber bilindbûna bihayan, bi taybetî jî bihayên benzînê, zêde dibin.
Ji ber vê yekê zextên xwe yên siyasî li ser Partiya Komarî ya Trump zêde dikin.
Dibe ku Partiya Komarî di parastina kontrola Meclîsa Nûneran û Senatoyê de bi zehmetiyan re rû bi rû bimîne.
Ji bo Tengava Hurmizê Tehran û Waşington daxuyaniyên cuda didin
Di heman demê de Amerîka û Îran di derbarê lihevkirinê de careke din daxuyaniyên cuda dan.
Televîzyona dewleta Îranê ragihand ku wan pêşnûmeya peymana têgihîştinê di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de bi dest xistiye.
Di pêşnûmeyê de tê gotin ku li beramber vekişîna hêzên leşkerî yên Amerîkayê ji derdora Îranê û rakirina dorpêça deryayî, ji nû ve destûr tê dayîn ku keştîvaniya bazirganî bi rêya Tengava Hurmizê re tevbigere.
Li gorî televîzyona Îranê, peymana pêşniyarkirî keştiyên leşkerî nagire nav xwe.
Her wiha tê texmînkirin Îran tevgera keştiyan di nav tengavê de bi hevkariya Umanê bi rê ve bibe.
Hat destnîşankirin ku Tehran wê ti gavên rêveberiyê neavêje berî ku "mekanîzmayek berbiçav ji bo verastkirin û misogerkirina pêkanînê" hebe.
Trump: Îran pir dixwaze rêkeftinekê îmze bike
Dîsa serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna kabîneyê ya li Qesra Spî de ji rojnamevanan re, ev tişt gotin:
"Îran pir dixwaze ku bigihêje rêkeftinekê.
Koşka Spî pêşnûmeya rêkeftina bi Îranê re derewand
Li gel daxuyaniyên Trump Koşka Spî bersiv da daxuyaniyên Îranê.
Serokatiya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Xˊê diyar kir ku belgeya ku ji aliyê medyaya dewleta Îranê ve hatiye pêşkêşkirin, ti bingeheke wê di rastiyê de tune ye û ew wekî "nerast û bi tevahî çêkirî" bi nav kir.
Koşka Spî ji raya giştî xwest ku baweriya xwe bi ti agahiyên ku ji aliyê medyaya Îranê ve li ser vê mijarê hatine belavkirin, neynin.