Polîsên Almanyayê Gule Berdan Zarokekî Kurd ê 14 Salî

Li Munîha Almanyayê, polîsan gule berdan zarokekî Kurd ê 14 salî yê bi navê Evdilqadir Ozer û ew bi giranî birîndar kir. Bûyera ku di 18'ê Tebaxa 2026an de qewimî, ji ber cudahiya navbera îdiayên polîsan û şahidxan bû sedema bertekan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bûyer li herêma Schwabingê qewimî dema ku nêzîkî 80 polîsan li ser agahiya "zilamekî 20 salî yê çekdar" herêm dorpêç kir. Polîsan îdîa kir ku zarokî dest avêtiye demançeya di kembera xwe de, lê piştî gulebaranê eşkere bû ku ew tenê demançeyeke lîstikê bûye. Li aliyê dî, Navenda Kurdan a Munîhê û şahidan îdiayên polîsan red kirin û diyar kirin ku zarokî berî gulebaranê ji polîsan re qêriye ku "ev tenê lîstikek e" û çek avetiye erdê, lê polîsan dîsa jî ji piştê ve gule berdayê, ew birîndar kiriye û piştî ketina erdê jî kelemçe lê xistine.

Zarokê ku malbata wî ji Bakurê Kurdistanê ye, niha li nexweşxaneyê tê dermankirin; metirsiya mirina wî nîne lê ji ber şikandina hestiyê milê xwe û rîska enfeksiyonê di bin çavdêriya bijîşkan de ye û lêkolîna fermî li ser bûyerê berdewam dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye