Amerîkayê firokevanê xwe yê li Îranê rizgar kir

Artêşa Amerîkayê, firokevanê xwe yê li Îranê rizgar kir û Turmp dibêje ev operasyon yek ji operasyonên rizgarkirinê yên herî wêrek û bihêz di dîroka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ye. Bi dehan balafirên şer piştgiriya wê hêza Komandosê kirin a ku derbasî nav Îranê bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Malpera Axios a Amerîkî ragihand ku yekîneyeke Komandosê derbasî nav axa Îranê bû û ew firokevanê Amerîkî rizgar kir ku di dema ketina xwarê ya firokeya F-15 de, xwe bi paraşûtê rizgar kiribû, lê ew ketibû nav Îranê.

 

Trump: Operasyona rizgarkirinê serkeftî bû

 

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, bi riya nivîsekê li ser Truth Social`ê ragihand ku rewşa wî kolonêlê Artêşa Amerîkî yê ku hatiye rizgarkirin baş e û ew di encama yek ji operasyonên herî wêrek û bihêz de hatiye rizgarkirin.

 

Yekîneyeke Komandosê derbasî nav axa Îranê bû

 

Rojnameya New York Times jî eşkere kir ku di dema rizgarkirinê de, li nav Îranê 2 balafirên veguhastinê yên leşkerî rastî pirsgirêkan hatibûn, lewma Artêşa Amerîkî ew her 2 balafir teqandin û bi riya 3 balafirên din ên ku ji wan re hatibûn şandin, Yekîneya Komandos û firokevanê rizgarkirî û tevahiya hêza Amerîkî ji Îranê hatin derxistin.

 

Di heman dema derbasbûna Yekîneya Komandosê de, Balfirên şer ên Amerîkî dest bi êrîşeke berfireh li dijî çend navendên leşkerî yên Îranê kirin û di heman demê de jî Tehran bi tundî hate bombebarankirin.

 

Artêşa Amerîkî 36 saetan li pey firokevanê xwe digeriya

 

Artêşa Amerîkî 36 saetan li pey hev, li vî firokevanî digeriya, encama lêgerîna li başûrê rojavayê Îranê jî bi dîtin û rizgarkirinê bi dawî hat.

 

Supaya Pasdaran û çend hêzên din ên Komara Îslamî ya Îranê dest bi lêgerînê kiribûn û dixwestin xwe bighînin wî firokevanê Amerîkî û wî dîl bigirin.

 

Heya niha jî Wezareta Şer a Amerîkayê, nav û nasnameya wî firokevanî eşkere nekiriye, lê Trump got ku ew kolonêlekî xwedî ezmûn e û ew cihê bawerî û rêzgirtinê ye.

 

Trump: Me asmanê Îranê xistiye bin kontrola xwe

 

Trump, agahiyeke din jî da û got ku di vê operasoynê de bi tenê leşkerekî Amerîkî jî birîndar nebûye, ev yek jî vê rastiyê derdixe pêş ku Amerîkayê bi xurtî asmanê Îranê xistiye bin kontrola xwe.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye