Aliyên peymana Mekkeyê dê mekanîzmayên siyasî û leşkerî ava bikin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistan dê di çarçoveya peymana parastinê ya Mekkeyê de mekanîzmayên siyasî û leşkerî ava bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Her wiha hevpeymanî dê di warê pîşesaziyên parastinê de jî hevkariyê pêş bixe.

Her sê welatan di 7’ê Tebaxê de (Peymana Mekke ya ji bo Parastina Hevbeş) îmze kir.

Di brifîngeke heftane de li Enqereyê, wezaretê diyar kir ku ev mekanîzma wê wezîrên berevanî û derve û serokên leşkerî yên her sê welatan di nav xwe de bigirin.

Wezaretê da zanîn ku di çarçoveya peymanê de tetbîqatên leşkerî yên hevbeş tên plankirin.

Her wiha Wezareta Parastinê ya Tirkiyê got, peyman dikare hilberandin û danûstandina teknolojiyê ya hevbeş di pîşesaziyên berevaniyê de jî di nav xwe de bigire.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye