Trump: Her alîkariyeke Çînê ya ji bo Îranê nayê qebûlkirin

Balyozê DYA'yê li Çînê David Perdue hûrgiliyên danûstandinên di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînî Şi Jinping de eşkere kirin. David Perdue piştrast kir ku mijara Îranê di lûtkeya serokan a li Washingtonê de mijareke gotûbêjê bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

23`yê îlonê Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşwaziya serokê Çînê Şi Jinping li Koşka Spî kir.

Di civîna her du serokan de mijarên wekî bazirganî, îstîxbarata çêkirî (AI), Taywan û Îran hatin nîqaşkirin.

Di daxuyaniyekê ku ji aliyê CNBC ve hat weşandin de, Balyozê DYA'yê li Çînê David Perdue diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji serokê Çînê Şi Jinping re bi zelalî gotiye ku her alîkariyeke ku Çîn bide Îranê wê "Bi temamî neyê qebûlkirin."

David Perdue zêde kir ku Trump û Şi danûstandineke "Pir eşkere û vekirî" pêk anîne.

Perdue da zanîn ku her du serokan dest bi avakirina têkiliyeke li ser bingeha "Asteke baweriyê" kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye