Trump: Hevpeymana NATO'yê ya bêhêvî heta ku rastî zextê neyê tiştekî fêm nake

Serokê Amerîkayê careke din, bi gotinan êrîşî NATO'yê kir û got ku êdî ti hevî di NATO'yê de nema ye. Serokê Ajansa Parastinê ya Ewropayê Andre Denk jî, ragihand ku divê YE’yê girêdana xwe bi Washingtonê re kêm bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Aemerîkayê Donald Turmp Îro di parvekirinekê de li ser Truth Socialê wiha belav kir:

Hevpeymana NATO'yê ya bêhêvî heta ku rastî zextê neyê, tiştekî fêm nake.

"Divê YE'yê girêdana xwe ya parastinê bi Washingtonê re kêm bike"

Li gorî ku Ajansa Nûçeyan a Spanyayê (EFE) belav kiriye ku Serokê Ajansa Parastinê ya Ewropayê Andre Denk, ragihandiye ku divê YE’yê girêdana xwe bi Washingtonê re kêm bike û ev peyam daye:

"Girêdana leşkerî bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re hîn jî heye û pir zêde ye û divê em vê yekê derbas bikin."

Di heman demê de, li gorî Reutersê, 2 dîplomatên Ewropî eşkere kirin ku Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte ji hin welatên endam re ragihandiye ku ji bo alîkariya ewlekirina Tengava Hurmizê Serokê Amerîkayê di rojên pêş de li pey sozên berbiçav e.

"Trump difikire ku leşkerên Amerîkî ji hin welatên NATO'yê vekişîne"

Wall Street Journal jî belav kir ku rayedarên Amerîkî diyar kirine ku Trump difikire ku leşkerên Amerîkî ji hin welatên NATO'yê vekişîne.

Li gorî heman çavkaniyê, van her du dîplomatan destnîşan kirin ku li gorî planên Amerîkayê dibe ku herî kêm baregeheke xwe li welatekî Ewropayê bigire, dibe ku ev welat Spanya yan jî Almanyayê be.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye