NY: Li Sûdanê 880 sivîl hatine kuştin

Li Sûdanê ji ber şer, tenê di 4 mehan de herî kêm 880 sivîl hatine kuştin. Ev dane, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk eşkere kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, ragihand ku di navbera mehên Çile û Nîsana 2026’an de, li Sûdanê di êrîşên balafirên bêmirov de herî kêm 880 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Volker Turk, hişyarî da ku pevçûna li Sûdanê dikare bikeve qonaxeke nû û got:

“Heke tedbîrên lezgîn neyên girtin, ev şer dê bikeve qonaxeke pir dijwartir.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku şerê li Sûdanê ev zêdetirî 3 salan e, di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de dewam dike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye