Li gorî ajansa ANHA`yê, welatiyê bi navê Qeblan Silêman ê ku bi navê "Ebû Kecid" tê naskirin di êrîşa guleyekê de hatiye kuştin.
Ew welatî ji Taxa Muhacirîne û li taxa Hemîdiyê ya bajarê Humsê hatiye kuştin.
Li gorî heman çavkaniyê, di van demên dawî de bûyerên guleberdanê û êrîşên çekdarî li gelek taxên bajarê Humsê zêde bûne.
Ew buyer, ligel şêniyan dibin cihê metirsiyan, lewma bang li aliyên eleqedar dikin ku ji bo ewlehiyê tedbîrên tund bigirin.