Li gorî Malpera nûçeyan a Axios veguhastiye, şevê din li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) civîneke krîtîk a ewlehiyê hatiye lidarxistin ku ev civîn ji aliyê Koşka Spî ve bi awayekî fermî ji raya giştî re nehatibû ragihandin.
Çavkaniyên agahdar diyar kirin ku ev hevdîtina ku çend demjimêran dirêj kir, di bin serokatiya Cîgirê Serokê DYA'yê JD Vance de birêve çû û navên herî girîng ên tîma ewlehiya neteweyî wek Wezîrê Derve Marco Rubio, Wezîrê Parastinê Pete Hegseth, Rêveberê CIA'yê John Ratcliffe, Serokê Serfermandariya Hevpar a Artêşê Gen. Dan Caine û Şanderê Taybet Steve Witkoff tê de amade bûn.
Rayedarekî Amerîkî ji Axios re ragihand ku di vê hevdîtina girtî de gelek mijarên krîtîk hatin biryardan an jî bi kûrayî hatin nîqaşkirin, ji ber ku ev her du krîzên herêmî; şerê Îranê û rewşa stratejîk a li Yemenê ketine qonaxeke gelekî hestiyar.
Civîneke bi vî rengî ya veşartî û bêyî daxuyandina fermî li Camp Davidê herî dawî di Hezîrana sala borî de, tenê çend roj beriya destpêkirina şerê mezin ê bi Îranê re hatibû encamdan. Ev yek nîşan dide ku tîma Trump li ser amadekariyên stratejîk ên nû disekine.
Di heman demê de, her çend Donald Trump bixwe di daxuyaniyên xwe yên dawî de dubare kiribe ku ew nahêlin Îran bibe xwedî çeka nukleerî û ev şer dê nêzîk bi dawî bibe jî, Koşka Spî heta niha bersiv nedaye daxwazên rojnamevanan ên ji bo şîrovekirina hûrgiliyên vê civîna nepenî.