Artêşa Rûsyayê êrîşên xwe yên li ser binesaziya deryayî ya Ukraynayê berfireh kirin û li bendera Çornomorskê derbên giran li hêzên deryayî yên Ukraynayê xistin. Li gorî daxuyaniya fermî ya Wezareta Parastina Rûsyayê, dronên (SÎHA) keştiyeke dewriyeyê ya Ukraynayê ku ji bo parastin û hevrêtiya keştiyên barhilgirên leşkerî dihat bikaranîn, bi awayekî serkeftî kirine hedef û îmha kirine. Di heman demê de, li bendergeha Yujnî jî embarên sotemeniyê û stargehên kelûmelên leşkerî rûbirûyê rûxandinê bûn.
Li aliyê din, şer û pevçûn gihîştin nêzîkî paytexta Rûsyayê. Şaredarê Moskovayê Sergey Sobyanin ragihand ku sîstemên parastina asmanî ya Rûsyayê karine 6 dronên Ukraynayê ku ber bi asmanê Moskovayê ve difiriyan, li herêmê bixin û pûç bikin. Moskova diyar dike ku ev operasyonên asmanî û deryayî bi armanca qutkirina xetên lojîstîk û kêmkirina hêza leşkerî û aborî ya Ukraynayê li dijî piştgiriya çekan a ji welatên Rojava berdewam dikin.