Wezîrê veguhastinê yê Rûsyayê Roman Starovoyt li navçeya Odênsovo ya Moskovayê, di otombêla xwe de kuştî hat dîtin.
Komîteya lêkolînê ya ku ji aliyê hikûmeta Rûsyayê ve hatiye pêkanîn, ragihand ku heya niha sedem bi temamî ne zelal in, lê guman tê kirin ku wî xwe kuştibe û heya niha jî lêkolîn berdewam dikin.
Ji aliyê xwe ve jî, berdevkê Kiremlin, Dîmêtrî Bîskov xemgîniya xwe nîşan da û ragihand ku Putîn hatiye agahdarkirin.
Roman Starovoyt ê 53 salî, berî 2 rojan bi biryareke serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji kar hatibû dûrxistin û li gor medya fermî ya Rûsyayê, Starovoyt bi gendelî û diziyê hatibû tawanbarkirin û biryara girtina wî hatibû derxistin.