Peskov: Rêveberê CIA'yê John Ratcliffe serdana Moskovayê kir

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov ragihand ku Rêveberê CIA`ê John Ratcliffe duh ji bo hevdîtinên bi îstîxbarata Rûsyayê re serdana Moskovayê kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Peskov ji rojnamevanan re wiha got:

"Di navbera servîsên îstîxbaratê de têkilî hebûn, lê di navbera serokê Rûsyayê û Rêveberê CIA`ê de ti hevdîtin pêk nehatin."

Berdevkê Kremlinê danûstandin "erênî" bi nav kirin.

Her wiha red kir ku mijarên ew li ser sekinîne şîrove bike.

Dmitry Peskov roja Sêşemê idîa kir ku agahiya wî ji serdana Rêveberê CIA`ê tuneye.

Piştî wê balafireke leşkerî ya Amerîkî li Moskovayê daket.

Dibe ku ev yekem serdana Ratcliffe bo Moskovayê be, ji dema ku wî weke rêveberê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê dest bi kar kiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye