Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî gefxwarina êrîşa li ser Îranê dîsa behsa nêzîkbûnsa dan û standinan kir.
Donald Trump, diyar kir ku dan û standinên bi Îranê re di asta herî bilind de hatine pejirandin û got ku ew ê di demeke nêz de peymanekê bi Îranê re îmze bike.
Trump, ragihand ku ji ber vê yekê wî êrîşên hewayî û bombebaranên ku li dijî Îranê yên ku duh êvarê hatibûn plankirin, betal kiriye.
Trump: Dem û cihê merasîma îmzekirina peymanê wê zû were ragihandin
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser peymana bi Îranê re wiha got:
Dan û standin û xalên dawîn yên peymanê ji hêla Amerîkayê, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî, Qeter, Tirkiye, Pakistan, Behreyn, Kuweyt, Urdun, Misir û aliyên din ên têkildar ve, hatine pejirandin.
Her wiha dema ji Trump hat pirsîn gelo Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xameneyî ji vê peyman ku hûnê îmze bikin razî yan na, Trump wiha bersiv da:
“Ez difikirim ku bersiva pirsa te erê ye.”
Trump diyar kir ku dorpêça deryayî wê bi tevahî di meriyetê de bimîne heya ku peyman bi dawî bibe.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê destnîşan kir ku dem û cihê merasîma îmzekirinê dê di demeke nêzîk de were ragihandin.
“Êrîşên hewayî û bombêrdanên li ser Îranê hatin betalkirin”
Trump got ku ew êrîşên hewayî û bombebaranên ku wan li ser pilan dikir, betal kirin.
Ev axaftina Trump di demekê de tê ku berê wî di posteke xwe ya li ser hesabê xwe yê Truth Social de anîbû ziman ku ew ê îşev bi tundî li Îranê bidin.
Trump destnşan kir ku beşeke mezin ji hêzên deryayî, hewayî, pergalên radarê û şiyanên parastina hewayî yên Îranê niha ji holê hatine rakirin û îdia kir ku şiyanên êrîşkar ên Tehranê jî bi giranî qels bûne.
Her wiha Trump diyar kir ku di "pêşerojeke ne pir dûr" de, yek ji navendên herî girîng ên hinardekirina petrolê yên Îranê, Girava Xarc, û xalên din ên binesaziya enerjiyê wê werin kontrolkirin.
Li aliyekî din, aliyên Îranî li ser îmzekirina peymanekê bi Amerîkayê re dibêjin ku ew hîn negihîştine biryareke dawî li ser peymanê.
Îsmaîl Beqayî: Em hîn jî negihîştine encameke dawî
Li gorî medyayeke Îranî, berdevkê Wezareta Derve Îsmaîl Beqayî ragihand ku peyman tê nîqaşkirin û wiha lê zêde kir:
“Beşên mezin ji nivîsa di bin dan û standinan de hatine bidawîkirin. Lê Îran wê li ser xetên xwe yên sor tawîzê nede.
Em hîn jî negihîştine encameke dawî.
Ev mijareke pir girîng e ku niha ji hêla dezgehên biryardanê yên têkildar ve tê nirxandin.”
Ev peymana ku dê were îmzekirin, ji bo bidawîanîa şerekî ku bû sedema mirina bi hezaran Kesan, girîng e.
Di heman demê de, ji ber bilindbûna bihayên enerjiyê yên cîhanî ji dema ku Amerîka û Îsraîlê, di 28ê Sibatê de êrîşên asmanî yên dijwar li ser Îranê dabûn destpêkirin, bandor li aboriya cîhanî jî kiriye.