Malpera Axios a Amerîkî eşkere kir ku Donald Trump planên nû yên gengaz ên ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Îranê dinirxîne.
Li gorî çavkaniyên Axios`ê, Donald Trump bi ciddî li ser jinûvedestpêkirina operasyonên leşkerî yên berfireh difikire.
Her wiha Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM`ê jî planek amade kiriye ku "pêleke kurt û bihêz" a êrîşan li ser Îranê bide destpêkirin.
Dibe ku binesaziyê armanc bike, da ku Tehranê vegerîne ser maseya danûstandinan.
Vebijarkên ku tên nirxandin, planeke taybet ji bo girtina beşên Tengava Hirmuzê jî digirin nava xwe.
Di planê de şandina hêzên bejayî jî cihê xwe digire, dibe ku operasyoneke hêzên taybet ji bo ewlekirina stoka uranyuma dewlemendkirî ya Îranê dest pê bike.