HÊZÊN PIŞTGIRIYA LEZGÎN LI KORDOFANA SÛDANÊ KOMKÛJIYEK PÊK ANÎN

Hêzên Piştgiriya Lezgîn li Eyaleta Kordofana Sûdanê komkujiyek li ser sivîlan pêk anî.

reset font size increase font size

Tora bijîşkên Sûdanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn li herêma Shaq al-Num a Eyaleta Kordofana sûcekî hovane kirin. 

Hate diyar kirin ku di vê komkujiyê de 11 kes hatin qetil kirin û 3 ji wan zarok in. Her wiha 31 kes birîndar in, di nava wan de 9 jin in. Hate diyar kirin ku di nava birîndaran de jinên ducanî jî hene. 

Tora bijîşkên Sûdanê banga lezgîn li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Afrîkayê û rêxistinên mafên mirovan kir ku berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî rabin da ku binpêkirinên sîstematîk rawestînin û sûcdaran bînin ber dadgehê.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24