Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku divê Îran xwe radest bike û anî ziman ku ew ê rê nedin ku Îran bibe xwedî çekên atomî.
Donald Trump hûrgiliyên nû yên pêwendiya xwe ya telefonê ya bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re jî eşkere kir.
Trump got ku Vladimir Putin pêşniyar kir ku wekî aliyekî sêyemîn di peymana atomî de alîkariyê bike.
Her wiha Îran uranyuma dewlemendkirî ya ku Washington ji Tehranê dixwaze radestî Rûsyayê bike.
Trump tekezî li ser pêwîstiya radestbûna Îranê kir û wiha lê zêde kir:
"Putin ji min re got ku ew dixwaze di mijara uranyumê de alîkariya me bike da ku em bigihîjin rêkeftinekê.
Lê min jê re got ku ez dixwazim ti li ser bidawîkirina şerê bi Ûkraynayê re zêdetir bixebite, ji ber ku ev ji bo min girîngtir e."
Trump: Me %80 kargeh û şiyanên Îranê yên mûşekan rûxandiye
Her wiha Serokê Amerîkayê diyar kir ku hêzên çekdar ên Îranê bi piranî hatine wêrankirin û wiha got:
"Me hêzên Îranê yên deryayî, hewayî, parastina hewayî, radarên wan û hemû tesîsên wan rûxaniye. Pir hindik mane.
Me nêzîkî %80 kargeh û şiyanên wan ên mûşekan rûxandiye.
Ger em negihêjin rêkeftinekê jî tiştê ku maye jî, wê pir zû were rûxandin."
Donald Trump geşbîniya xwe li ser çareseriyeke nêzîk ji bo şerê Ûkraynayê jî anî ziman û wiha pê de çû:
"Ez difikirim ku Putin dixwaze çareseriyekê bibîne."
Serokê Amerîkayê Donald Trump, destnîşan kir ku şerê li Îranê û yê li Ûkraynayê, dibe ku bi senaryoyeke wekhev bi dawî bibin.