Li Franseyê û Sûdiyê di rojekê de du qezayên balafiran çêbûn.
Li gorî ajansa nûçeya Ferans 24 parêzgarê herêma Mexte Mozêl ragihand ku di dema ceribandina yekem a firandin bi paraşûtê de, balafireke sivîl li Rojhilatê Ferensayê ket xwarê.
Di encama ketina balafirê de 10 leşkerên paraşûtê û pîlot jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a fermî ya Sûdî jî li Rojhilatê Erebistana Sûdî 14 Sûdî di qezaya helîkopterekê de li Ras Tenûra, jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha ajansê eşkere kir ku çavkaniyek fermî di Wezareta Enerjiyê de" piştrast kir ku helîkopterek Aramko ku yek ji stûnên aborî û siyaseta Erbistana Sûdî ye, hatiye xwarê.
Qeza jî bû sedema şehadeta hemî rêwiyên wê, ku hejmara wan 14 bûn ku welatiyên Sûdî bûn.
Lêkolîn bi beşdariya rayedarên peywendîdar ji bo ronî kirina sedemên bûyerê didomin.