Messi dîsa gol avêt û Arjantîn bi ser ket

Di Koma J de, Arjantînê Urdun bi 3-1 têk bir. Lionel Messi yê bû yekem lîstikvan ku di heft maçên Kûpaya Cîhanê yên li pey hev de gol avêt. Arjantîn bi 9 puanan di koma xwe de bû yekem û di tûra 32an de dê bi Kap Verde re rû bi rû bimîne.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Arjantîn û Urdun di Koma J ya Kûpaya Cîhanê de hatin gel hev.

Di maça ku li Dallasê hat lîstin de, Lo Celso di deqeya 19an de encama lîstikê vekir.

Di deqeya 31'an de, Lautaro Martinez ji penaltiyê pêşengiya xwe du qat zêde kir.

Arjantîn bi 2-0 pêş ket û nîvê yekem bi vê encamê dawî bû.

Al Tamari, ku di nîva duyemîn de derbasî lîstikê bû, di deqeya 55'an de gol tîma xwe avêt.

Lionel Messi, ku di deqeya 60'emîn de derbasî maçê bû û di deqeya 80'emîn de gol avêt.

Di mayîna maçê de golên din nehatin avêtin û Arjantîn bi 3-1 serket.

Urdunê di komê de tu puan bi dest nexist û ji Kûpaya Cîhanê hate derxistin.

Arjantîn ku bi 9 puanan di koma xwe de di rêza yekem temam kir, û tûra 32'an de bi Kape Verde re rûbirû bimîne.

Lionel Messi rekoreke din şikand

Lionel Messi maça li dijî Urdunê di deqeya 60'emîn de li şûna Martinez derbasî maçê bû.

Efsaneyê 39 salî bi gola di deqeya 80'emîn de careke din dîrok nivîsand.

Stêrkê Arjantînî bû yekem futbolîst ku di heft maçên Kûpaya Cîhanê yên li pey hev de gol avêt.

Bi vê golê, Messi hejmara golên xwe yên ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2026an gihand 6'an, û tevahî golên xwe yên di Kûpaya Cîhanê de gihand 19'an.

Arjantîn di Kûpaya Cîhanê de 7 penaltî wergirtin

Ji destpêka Kûpaya Cîhanê ya 2022'an vir ve, Arjantînê di deh maçên xwe yên dawî yên Kûpaya Cîhanê de heft penaltî wergirtiye.

Ev hijmar bi tevahî hijmara penaltiyên ku di heman demê de ji Îngilîstan, Fransa û Portekîzê re hatine dayîn re wekhev e.

Îngilîstan sê, Fransayê du û Portugal re jî du penaltî da.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye