Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser X'ê diyar kir ku balafirên Amerîkayê depoyên mûşek û dronan ên Îranê û her wiha cihên radarên beravê armanc kirine.
Donald Trump di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:
"Êrîşî weke bersivekê ji bo binpêkirina dubare ya peymana agirbestê hatine kirin.
Dibe ku demek were ku Amerîka êdî nikaribe bi aqilane tev bigere
û dê neçar bimîne ku karê leşkerî yê ku bi serkeftî dest pê kiriye biqedîne.
Ger ev bibe, Komara Îslamî ya Îranê êdî namîne."
Berdevkê artêşa Îranê: Me di êrîşan de dronên nû bi kar anîn
Berdevkê Artêşa Îranê Mihemed Ekremî, behsa şiyan û hêza artêşa Îranê kir û anî ziman ku wan di şerê dawiyê de dronên nû di êrîşên xwe de bi kar anîne û wiha axivî:
"Planên me yên cidî di her du warên hilberîna navxweyî û kirîna alavên pêşkeftî ji welatên dost de hene.
Bê guman di rojên pêş de dê alavên me yên pêşketîtir hebin.
Di rojên dawî yên şer de, me dronên nû bi kar anîn ku qonaxên bipêşxistina wan di demên berê de dest pê kiribûn
û me karîbû wan di nîvê şer de kar bînin."
Îran: Êrîşên Amerîkayê binpêkirineke eşkere ya peymanê ne
Di daxuyaniyekê de, Wezareta Karên Derve ya Îranê êrîşên hewayî yên Amerîkayê yên li ser çend navendên çavdêriyê li beravên başûrê Îranê şermezar kir.
Wezareta Karên Derve di daxuyaniya xwe de wiha nivîsand:
"Amerîka qet nirxek an jî pêbaweriyekê nade sozên xwe.
Şikandina sozan beşek ji xwezaya Washingtonê ye."
Di dawiyê de, wezaretê ev êrîş wekî binpêkirineke eşkere ya peymana têgihîştinê ya bi Amerîkayê re bi nav kir.