Li gorî nûçeya ku Washington Postê dispêre 6 berpirsên Amerîkî yên agahdar, herî kêm 22 an 23 leşkerên Amerîkî ji destpêka şerê di 28'ê Sibatê de heta niha jiyana xwe ji dest dane. Ev yek nîşan dide ku herî kêm 4 kes ji amara fermî ya di danegeha Pentagonê de zêdetir in. Hat ragihandin ku hinek ji van mirinan rasterast di nav şer de çênebûne, lê girêdayî hebûna leşkeran a li Rojhilata Navîn û berdewamiya şer in. Her wiha hat diyarkirin ku 3 peymankarên (contractors) Amerîkî jî li herêmê mirine.
Li aliyê din, danegeha Pentagonê ("DCAS") heta roja Înê tenê 18 mirinên leşkerî tomar kirine ku di nav wan de sedemên şer û yên dervayî şer hene. Zêdetirî 14 ji van mirinan di bin navê operasyona "Xezeba Epîk" de hatine tomarkirin, ku navê şerê Îranê ye yê ji aliyê rêveberiya Donald Trump ve hatiye destpêkirin.
Ev cudahiya di hejmaran de li Kongreya Amerîkayê rê li ber bertekan vekiriye. Senatorên Demokrat hişyarî dane ku ew ê li ser vê şêwaza veşartina agahdariyan ji aliyê Pentagonê ve lêkolînekê bidin destpêkirin û qanûnekê derxin da ku rê li ber manîpulekirina zanyariyên windahiyên leşkerî bigirin. Her wiha amarên fermî nîşan didin ku zêdetirî 820 leşkerên Amerîkî di encama derbên Îranê yên li ser baregehên Amerîkayê de birîndar bûne.