DAÎŞ li Îraqê birceke veguhastina elektrîkê teqand

Li parêzgeha Enbarê ya Îraqê, endamên rêxistina DAÎŞ`ê bircek ji bircên veguhastina elektrîkê li ser rêya Beycî–Hadîse teqandin.

reset font size increase font size

Li gorî agahiyên ewlehiyê, birc li herêma Ebû Delaye, li nêzîkî bajarê Hadîse bû û piştî teqandinê xeta sereke ya elektrîkê ya 400 kîlowat ku Beycî û Hadîse girêdide ji kar derket.

Di heman demê de, hêzên ewlehiyê hewldanek din a DAÎŞ`ê ji bo hedefgirtina bircek din a elektrîkê asteng kirin.

Piştî destwerdana hêzan, di navbera hêzên ewlehiyê û endamên DAÎŞ`ê şer derket.

Heta niha tu agahî der barê kuştî û birîndaran de nehatiye ragihandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye