Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê ya Îraqê civiyan

Li Bexdayê Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê bi beşdarbûna serokên çar serokatiyên Îraqê û partiyên siyasî civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê ya Îraqê ji bo nîqaşkirina rewşa siyasî, civiyan.

Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê bi amadebûna serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şeva borî civîna xwe ya 37emîn a asayî li dar xistin.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de amade bû

Di destpêka civînê de, serokwezîr hewlên ji bo xurtkirina ewlehî û aramiyê, baştirkirina xizmetguzariyan, rûbirûbûna pirsgirêkên aborî û darayî pêşkêş kir.

Elî Zeydî anî ziman ku hikûmet parastina berjewendiyên welatiyan wekî pêşîniya xwe datîne.

Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê piştgirî kir ji bo sînordarkirina çekên di destê dewletê de.

Her wiha tekezî kir ji bo rêgirtina li bikaranîna axa Îraqê weke platformekê ji bo êrîşkariya li dijî welatên cîran.

Yan jî kişandina Îraqê nav nakokiyên ku xizmeta berjewendiyên gelê wê nakin.

Hevpeymaniyê êrîşên li ser yekîneyên cûrbecûr ên hêzên çekdar ên Îraqê jî şermezar kir, ku hejmarek ji karmendên wan kuştin.

Her wiha wan bang li pabendbûna bi demên dawî yên ji bo sînordarkirna çekan piştî 30`yê îlonê kirin.

Piştî wê dîrokê, her tevgerên çekdarî yên li derveyî çarçoveya dewletê dê bi Qanûna Terorê re werin hisabkirn.

Dema dawî ji bo radestkirina çekên komên çekdar 30`yê îlonê ye

Piştî ve yekê, îro Serokê Lijneya Dadweriya Bilind, Fayeq Zeydan  bi berpirsên payebilind ên ewlehiyê re civiya.

Fayeq Zeydan bi berpirsên ewlehiyê re civiya

Civîn bo wê yekê bû da ku li ser şerê li dijî terorîzmê, ku wekî amadekariyekê ji bo rûbirûbûna komên serhildêr tê dîtin, nîqaş bikin.

Her liser vê pirsê serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, me girîngiya cîbicîkirina biryara berhevkirina çekan ji dewletê ji bo xurtkirina serweriya qanûnê û parastina ewlehiya Îraqê tekez kir.

Nêçîrvan Barzanî: Divê çek tenê di destê dewletê de bin

Got jî ku divê Îraq faktorek aramiyê li herêmê bimîne û divê axa wê wekî baregeh an meydanek ji bo gefkirina welatên cîran an jî dewletek din neyê bikaranîn.

Di civînê de rewşa aborî û darayî jî, digel pêwîstiya girtina tedbîrên guncaw ji bo misogerkirina berdewamiya xizmetguzariyan û projeyên mezin, hat nîqaşkirin.

Di civîne de bikaranîna hêzê ji bo çareserkirina nakokiyan hat redkirin.

Her wiha beşdaran amadebûna xwe ji bo lîstina roleke erênî di nêzîkkirina aliyên bi awayekî ku beşdarî parastina ewlehiya herêmî û parastina berjewendiyên hevpar bibe, nîşan da.

Wan girîngiya xurtkirina ewlehiya sînor, têkoşîna li dijî terorê, madeyên hişber û sûcên rêxistinkirî tekez kirin.

Her wiha ew têkiliyên Îraqê bi welatên cîran, herêmî û navneteweyî re li ser bingeha berjewendiyên hevpar, rêzgirtina ji bo serweriyê û destewernedana di karûbarên navxweyî de pêş dixe.

Di dawiya civînê de, hevpeymaniyê daxwaza temamkirina bilez a avakirina hikûmetê û şandina bernameya hikûmetê ji bo nîqaş û pejirandinê ji Meclîsa Nûneran re kir.

Hevpeymaniyê daxwaza temamkirina bilez a avakirina hikûmetê kir

Sekreterê Giştî yê Parlamentoya Îraqê, Sefwan Gargarî jî got ku îhtîmal e ku parlamento hefteya bê ji bo temamkirina kabîneyê bicivin.

Ev di demekê de, wê Elî Zeydî sê meh in wekî serokwezîrê nû yê Îraqê hatiye danîn lê hîn hikûmetek ava nekiriye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye