Hevpeymaniya birêvebirina dewletê li Îraqê bi berhevbûna Serokkomarê Îraqê Nîzar Amêdî, Serokwezîr Elî Zeydî, Bafil Talebanî û çend berpirsên din ên Îraqî civiyan.
Di civînê de tekezî li ser pêwîstiya dûrxistina Îraqê ji encamên cezayên Amerîkayê hate kirin û hate gotin ku welat di rewşeke darayî ya dijwar re derbas dibe.
Gotûbêjkirina mekanîzmayên hevkariya hevbeş di navbera hêzên sereke yên siyasî (Şîe, Sunnî û Kurd) de ji bo birêvebirina qonaxa heyî û derbaskirina astengiyên siyasî û aborî mijareke girîng a civînê bû.
Di civînê de tekezî li ser parastina ewlehî û aramiya Îraqê hat kirin
Hevpeymaniya birêvebirina dewletê li ser naveroka civînê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hevpeymaniya desthilatdar duh êvarê li Bexdayê civîna xwe ya 38`emîn li dar xist.
Di civînê de çend mijarên girîng ên aborî, siyasî û yasayî yên welêt hatin nîqaşkirin.
Beşdaran her wiha piştgiriya xwe ji bo hewldanên hikûmet û dadweriyê di şerê li dijî gendeliyê û şopandina karbidestên gendel de dubare kirin.
Beşdaran piştgiriya xwe ji bo hewldanên hikûmetê li dijî gendeliyê tekez kirin
Der barê rewşa siyasî û herêmî de, hevpeymaniyê tekez li ser pêwîstiya yekgirtina helwesta neteweyî û parastina aramî û serweriya Îraqê kir.
Her wiha hişyarî hat dayîn ku pêwîst e Îraq ji encamên cezayên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser hin welatan ferz kirine dûr were girtin, ji ber ku Îraq di rewşek darayî ya dijwar re derbas dibe.
Der barê temamkirina kabîneyê hikûmeta Îraqê jî de, di civînê de li hev hat kirin ku hefteya bê bi partiyên siyasî re hevdîtinên fermî dest pê bikin.
Her wiha wan tekezî li ser pêwîstiya nîqaşkirina pêşnûmeqanûna petrol û gazê ji bo amadekirin û pêşkêşkirina wê ji bo parlementoya Îraqê kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku beşdaran piştgiriya xwe ji bo redkirina axaftina mezhebî, xurtkirina yekîtiya neteweyî û parastina aştiya civakî li gorî destûrê ji nû ve destnîşan kirin.
Di civînê de, Serokê Konseya Bilind a Dadwerî ya Îraqê, Fayeq Zedan jî amade bû, tedbîrên yasayî yên ku ji hêla dadgehê ve li ser çend mijarên girîng hatine girtin jî hatin nîqaşkirin.
Ev yek armanc dike ku serweriya hiqûqê xurt bike, piştgirî bide saziyên dewletê û aramî û ewlehiya Îraqê biparêze.
Di bin siya pêşketin û aloziyên bilez ên li herêmê de, tekezî li ser hevrêziyeke mezintir di navbera aliyan de ji bo parastina aştiya navxweyî û parastina berjewendiyên welêt li dijî pirsgirêkên hesas hat kirin.
Hevpeymaniya birêveberina dewletê di sala 2022'an de hat damezrandin
Di dawiyê de hevpeymaniyê tekez kir ku pêwîst e Îraq ji encamên cezayên Amerîkayê dûr were girtin.
Hevpeymaniya birêveberina dewletê, di dawiya sala 2022`an de hat damezrandin û ji bilî tevgera Sedir, piraniya hêzên siyasî yên Îraqî di nav xwe de digire.