Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê îro deriyê dibistanan hate vekirin û roja yekem a perwerdê bû.
Îsal di roja yekemîn a vekirina dibistanan de, xweşî li ser rûyê xwendekarên Kurd tune bûn.
Ew ji ber ku perwerdeya zimanê kurdî tenê bûye 3 wane di hefteyê de, aciz bûn.
Di vê çarçoveyê de, xwendekarên Qamişlo serê sibê berê xwedan dibistananên xwe.
Pirtûk li xwendekaran hatin belavkirin, lê mamoste û xwendekar nerazîne li ser dayîna sê metryalan di heftiyê de.
Xwendekarên dibistanên Kurdî yên refa 9`an bi rêya Nûçe Tv nerazîbûnên xwe nîşan dan.