Şanogerên Rojava Roja Şanoyê ya Cîhanî pîroz kirin

Bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanî, 5 şano li Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê hatine pêşandan.

reset font size increase font size

Îro 27'ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanî ye.

Ev roj yekem car ji aliyê Enstîtûya Şanoyê ya Navneteweyî ve hat pêşniyarkirin û ji 27'ê Adara 1962'yan ve, bi fermî li seranserî cîhanê tê pîrozkirin.

Bi vê boneyê, her sal şanogerên li Rojavayê Kurdistanê şanoyên cûrbecûr li ser dikê pêşkêş dikin.

Îro jî, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê, Komîna Şanoyê ya Rojava û Tevgera Hîlala Zêrîn 5 şano li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê pêşkêş kirin.

Lîstikvana şanoya "Mamma Togni" ku li ser dikê hat lîstin, Hemalîn Ferman da zanîn ku wan xwest balê bikişînin li ser çîroka jineke şoreşger a Îtalî û bi boneya 100 saliya lîstikvana rastîn a vê şanoyê, bi zimanê Kurdî pêşkêş kirin.

Hemalîn Ferman di heman demê de got ku, di navbera kesayeta rastîn a lîstikvan û rola ku dilîze de; xeteke gelek zirav heye û ew jî bi pisporiyê tê qezenckirin.

Her wiha da zanîn ku rola tecrubeyên jiyanî yên şanogerî û civaka li dorê jî, bandora xwe li ser xebata lîstikvan dike.

Di vê rojê de, girîng e ku em nasbikin gelo rewşa şanoyê li Rojavayê Kurdistanê, bi taybet îsal çawa ye.

Şanoger û Derhêner Dilcan Oso diyar kir ku rewşa şanogeriyê ji ber rewşa şer û kêm derfetan, lawaz bûye.

Dilcan Oso da zanîn ku gelek caran astengî li pêşiya wan derdikevin û wiha got:

 "Gelek şanoger û derhênerên jîr li Rojavayê Kurdistanê hene, lê rewşa jiyanî, şerê heyî her wiha kêmderfetî hiştiye ku karê me were rawestandin.

Ez yek ji wan kesan bûm ku ez ê çûbama Rojhilatê Kurdistanê da ku di festîvala Seqizê de amade bibim, lê sînor li pêşiya me hat girtin."

Her wiha, Endama Şanoya Çiya, Sema Zîlan jî bal kişand li ser rêjeya xurt a amadebûna xelkên bajêr ji bo temaşekirina şanoyan.

Sema Zîlan destnîşan kir ku gelê Rojava her çiqas di zehmetiyan re jî derbas bibe, dîsa jî hebûna xwe bi çand û hunera xwe dibîne, lê di heman demê de rexneyeke wê hebû.

Endama Şanoya Çiya, Sema Zîlan hêvî kir ku çanda guhdarkirina şanoyê li gorî prensîban, bêtir bi baldarî were belavkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye