Malbatên şervanên QSD'ê ên ku meha çileyê ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve dîl hatin girtin, derketin xwepêşandanê.
Malbatên dîlgirtiyan li pêşiya Stadyûma Şehîdên 12'ê Adarê kom bûn û dest bi xwepêşandanê kirin.
Xwepêşander li kolanên bajarê Qamişloyê geriyan û li pêşiya Ofîsa Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li taxa Siyahî sekinîn.
Li pêşiya ofîsê bi dirûşmên “Em dîlgirtiyên xwe dixwazin” û “Em şervanên xwe dixwazin” peyam dan civata navneteweyî û aliyên têkildar ku dîlgirtiyan zû berdin.
Her wiha xwepêşander xwestin ku aqûbeta rojnamevan Eva Marya Mechelman û rojnamevan Ehmed Bolad zelal bibe.
Malbatên dîlgirtiyan daxwaza naskirina çarenûsa zarokên xwe kirin.
"Daxwaza me naskirina çarenûsa hevalên me yên rojnamevan e"
Ekîn Isyan hevala rojnamevana Elman Eva Maria Michelmann û rojnamevanê Kurd Ehmed Polad e, daxwaza naskirina çarenûsa hevalên xwe yên rojnamevan dike.
"Dibe ku derengxistina berdana wan weke bombeyekê biteqe"
Parêzer Xalid Omer got ku derengxistina berdana dîlgirtiyan binpêkirineke eşkere ya mafên wan e û dikeve di sûcên şer ên Navneteweyî de.
Fermandarê giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî bi malbatên dîlgirtiyan re civiyabû û gotibû dosyaya dîlgirtiyan û windahiyên êrîşên meha çileyê di lihevkirina 29'ê Çileyê de dozeke sereke ye.
Her wiha Ebdî anî ziman ku wan bi fermî agahî daye, ku 1070 sivîl û şervan di girtîgehên hikûmeta veguhêz a Sûriyê de ne.
Doza dîlgirtiyan yek ji dosyayên herî hesas e û ji bo ku serbest werin berdan, malbatên wan têkoşîna xwe berdewam dikin.