Hêzên girêdayî Îranê doh bi dronan careke din êrîşî Kampa Sûrdaş a Komale ku li nêzî navçeya Dukan a Silêmaniyê ye kirin.
Di encama êrîşê de hate ragihandin Pêşmergeya jin Xezal Mewlan a Komeleya Zehmtkêşên Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye.
---------------------------
Ji aliyeke din dewleta Îranê yek jê jin, bi giştî 5 kesên ji heman malbatê, ji ber ku beşdarî xwepêşandanên li Îranê bûne, cezayên darvekirinê li wan birîn.
--------------------------------------------------
Dîsa rojevek din a sereke hevdîtinên Amerîka û Îranê ye. Têkildarî mijarê Serokê Amerîkayê Donald Trump, got ku ew dirêjkirina agirbesta bi Îranê re nafikire.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz "rakirina uranyuma dewlemendkirî ya Îranê" wekî şertekî bingehîn ji bo bidawîanîna şerê li dijî Îranê danî.
----------------------------------------------
Dîsa aliyeke din hevdîtinên Îsraîl û Libnanê jî di rojevê de hat ragihandin ku nûnerên herdu welatan li ser destpêkirina muzakereyên rasterast li hev kirine.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM`ê, ragihand ku hêzên wan bi temamî rê li ber bazirganiya deryayî ya Îranê girtine.Tengava Hurmizê, bigiştî xistiye bin kontrola xwe.
------------------------
Rojeveke din jî li Bakurê Kurdistanê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e û krîza aborî ya Tirkiyê ye. Rayedarên DEM partî û CHP bang li desthilatê kirin ku dev ji polîtîkayên xwe yên welat têk dibe berdin.
Li Rojavayê Kurdistanê jî rojeveke sereke vegera koçberên Efrînê ye û hate ragihandin ku Ewlekariya Giştî ya Hikumeta Vegûhêz li Efrînê, 4 ciwanên ku di koma sêyemîn de vegeriyan e binçavkiriye.
--------------------------
Ji aliyekîdin îro cejna Çarşema Sor a Êzîdiyan e.
Ev cejna Êzîdiyan a herî naskirî ye ku her sal, di yekemîn çarşema meha nîsanê ya li gorî salnameya kevin de tê pîrozkirin.
Îsal xelkê Êzîdî ji her welatan hatin Şengalê û bi hev re vê cejnê pîroz dikin
Bi giştî nûçeyên di derbarên rûdanên li cîhan û 4 beşên Kurdistanê hûn dikarin di bultena meya saet 13an de temaşe bikin.