Fermandariyê di daxuyaniyê de Cejna Çarşema Serê Nîsanê li gelê Êzidî, dost û her kesên ku baweriya xwe bi azadî û nirxên rûmeta mirovahiyê tîne, pîroz kir.
Di peyamê de hate ragihandin ku Cejna Çarşema Serê Nîsanê cejneke ku rehên wê digihêjin kûrahiya dîrokê û wiha hate gotin:
“Ev cejn ispata zindî ya parastina hebûn û nasnameya gelekî berxwedêr e ku tinebûn lê dihate ferzkirin.”
YBŞ’ê diyar kir ku gelê Êzidî li gel komkujî û zordariya bi sedê salan li ser xaka xwe ma, bi bawerî û rûmeta xwe re dilsoz ma û wiha dawî li peyama xwe anî:
“Bi vê boneyê, em li pêşberî mezinahyia şehîdên xwe bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”