Wezîrê Rojhilata Navîn ê Îngiltereyê Hamish Falconer di bersiva nameya zêdetirî 70 parlamenter û endamên Kamaraya Lordan a der barê pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de piştgirî da peymana ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Şamê de hatiye çêkirin û diyar kir ku ew "gaveke krîtîk ber bi Sûriyeke aram û yekgirtî ve" ye.
Falconer destnîşan kir ku peyman cara yekem mafên Kurdan bi fermî pênase kir.
Falconer diyar kir ku peymana ku di 29’ê çileyê de di navbera QSD û hikûmeta Sûriyê de hatiye îmzekirin, yekbûna saziyên leşkerî û sivîl pêşbînî dike û her wiha ji bo mafên sivîl û perwerdehî yên gelê Kurd li Sûriyê cara yekem gihîşt çarçoveyeke fermî.
Falconer, Nûreddîn Ehmed ku ji hêla QSD’ê ve wekî Parêzgarê Hesekê hat destnîşankirin, di warê pêkanîna peymanê de wekî pêşketineke girîng nirxand.
Falconer peyama piştgiriyê da Kurdan
Yek ji sernavên ku di nameya Falconer de derket pêş nirxandina li ser Kurdan bû.
Falconer, destnîşan kir ku hikûmet ne tenê li Sûriyê, di heman demê de li Tirkiye, Îraq û Îranê jî piştgiriyê dide civakên Kurd.
Falconer diyar kir ku London piştgiriyê dide pêşxistina mafên Kurdan û teşwîqkirina beşdariya wan a jiyana civakî ya li welatên ku ew lê dijîn.
Di nameyê de hat destnîşankirin ku diyasporaya Kurd jî wekî parçeyek ji vê nêzîkatiyê tê nirxandin.
Di nameyê de hat destnîşankirin ku hikûmeta Îngiltereyê perspektîfên ku di mijara Sûriyê diparêze de cihê Kurdan cihekî taybet digire.
Falconer diyar kir ku nasnameya wan a olî yan etnîkî çi dibe bila bibe, divê mafên hemû Sûriyiyan bên parastin û bal kişand ser girîngiya ahenga civakî û rêveberiya berfireh.
Falconer: London wê têkilîyên xwe bi QSD’ê re berdewam bike
Falconer anî ziman ku London, hem bi QSD’ê û hem jî bi hikûmeta Sûriyê re têkiliyên xwe didomîne û wê piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya veguheztina siyasî, berdewam bike.
Falconer destnîşan kir ku gihandina alîkariyê ji bo kesên ku ji tundiya dawî bandor bûne ji bo Îngiltereyê mijareke sereke ye.
Falconer: Pêwîstî bi pêvajoyeke berfireh û ne mezhebî heye
Falconer di dawiya nameya xwe de li ser pêşeroja Sûriyê nirxandin kir û diyar kir ku ji bo welat bigihêje aramiyê, pêwîstî bi pêvajoyeke siyasî ya berfireh, temsîlkar û bê-mezhebî ku rêzê li mafên hemû Sûrîyiyan digire, heye.