Li Tirkiyê di girtîgehan de mireneke bi gûman

Rojhat Babat ê ji bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa S ya Kirşehîrê dihat girtin, li nexweşxaneya ku sewqî wê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojhat Babat ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa S ya Kirşehîrê girtîbû, li nexweşxaneya ku sewqî wê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da.

Babat bi tawanbariya "Endamtiya PKK’ê" hatibû girtin û bi bihaneyên cûrbecûr  bi "cezayê heta hetayê"  hatibû darizandin.

Rojhat Babat îro mafê wî yê telefonê hebû, lê telefonî malbata xwe nekir.

Li ser vê yekê malbatê telefonî girtîgehê kir û rewşa zarokê xwe pirsî.

Girtîgehê agahiya ku Babat jiyana xwe ji dest daye da malbatê, lê derbarê bûyer û sedema mirina wî de ti agahî nedan.

Piştî vê yekê, malbatê xwe gihand Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û ew agahdar kir.

Newroz Uysal Aslan ji bo agahdariyê bi girtîgehê re têkilî danî.

Girtîgehê îdia kir ku Babat ji ber pirsgirêkên psîkolojîk sewqî nexweşxaneya Kayseriyê hatiye kirin û li beşa psîkyatriyê xwe kuştiye.

Newroz Uysal Aslan da zanîn ku malbata Babat hefteya borî li ser pergala E-Nabizê qeyda "damar qetiyaye, lezgîn” dîtiye û bi girtîgehê re têkilî daniye, lê ti agahî negirtiye.

Newroz Uysal Aslan diyar kir ku ji ber veşartina vê rewşê, malbat nekarî bikeve dewrê û ji ber vê nekarî piştgiriyê bidin Babat û got:

 "Di pêvajoyeke ewqas krîtîk a têkildarî jiyan û mirina kesekî di bin çavdêriya dewletê de ye, ne agahdarkirina malbatê nayê qebûlkirin û ev pirsgirêkeke berpirsyarî û îhmalkariyê ye.

Hewldana xwekuştinê ya hefteyek berê ji malbatê hatiye veşartin, li ser rewşa tenduristiya wî agahiyên zelal nehatine dayîn, derdarê pêvajoya sewqkirinê de, malbat nehatiye agahdarkirin.

Îro jî sedema mirina wî nehatiye vegotin û bêyî li benda malbatê bimînin otopsî hatiye kirin."

Newroz Uysal Aslan diyar kir ku pêwîst e mijarên wekî çima hewldana xwekuştinê ya Babat ji malbatê re nehatiye ragihandin. Girîngiya mudaxeleya awarte ya ku di pergala E-Nabizê de hatiye nîşandan, biryara sewqê kengî û bi kîjan bihaneyan hatiye dayîn. Di pêvajoya nexweşxaneyê de çi hatiye jiyîn, sedema rastîn a mirinê çi ye û çima bêyî ku li benda malbatê bimîne otopsî hatiye kirin. divê ev yek demildest bên zelalkirin.

Newroz Uysal Aslan di dawiyê de got: "Mirina kesekî ku di bin çavdêriya dewletê de ye, nabe di tariyê de were hiştin. Divê hemû aliyên vê zincîra îhmalkariyê derekevin holê û bêyî ku dereng bimîne divê hemû berpirsyar bên eşkerekirin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye