Fermandarê Tugaya 53'yê ya Heşdî Şebî hate kuştin

Balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê tugaya 53'yê ya Heşdî Şebî ya navçeya Tilehfer a sînorê Nînowayê bombebaran kir. Di encamê bombebaranê de fermandarekî Heşdî Şebî hate kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Amerîka û Îsraîlê bi balafirên şer du caran êrîş bir ser navend û baregehên Heşdî Şebî ya li navçeya Tilehfer a dikeve Rojhilatê Parêzgeha Nînowayê.

Çavkaniyeke Îraqê ragihand ku di êrîşê de fermandarê tugaya 53'yê ya Heşdî Şebî hatiye kuştin.

Li aliyê din di nava rojê de du caran êrîşî tugaya 53'yê ya Heşdî Şeebî ya li Tilehfer a ku dikeve Rojhilatê Nînowayê hatiye kirin.

Her wiha îro parzûngeheke petrolê ya şîrketeke Amerîkî ya li gundê Çemankê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, bi dronan hate bombebarankirin.

Dîsa li dijî bajarên Başûrê Kurdistanê jî êrîş pêk hatin.

Li ser rêya Hewlêr û Musilê di danê sibehê de bi balafireke bêmirov êrîşî bîreke neftê ya Castrol Brîtanya hate kirin û di encamê de şewateke berfireh derket.

Hêjayî gotinê ye ku komên çekdar ên nêzî Îranê yên li Îraqê di çarçoveya piştevaniya Îranê de rojane êrîşî ser Başûrê Kurdistanê dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye