Li Misirê 5 hezar û 165 zarok di rojekê de ji dayik dibin

Di 287 rojan de milyonek kes li hejmara niştecihên Misirê zêde bûye, Hikûmet jî eşkere dike ku her roj 5 hezar û 165 zarok ji dayik dibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Tendirustî û Niştecihbûnê yê Hikûmeta Misirê Xalid Ebdul Xefar da xuyakirin ku li gor stratejiya neteweyî ya niştecihbûnê, di van 5 salên dawiyê de, hejamra zarokên ku nû ji dayik dibin ji berê kêmtir bûye.

Niha roj bi roj 5 hezar û 165 zarok ji dayik dibin, berê rojane 5 hezar û 385 zarok ji dayik dibûn.

Wezareta Tendirustiyê ragihand ku niha nifûsa Misirê, bûye 108 milyon kes û bi tenê di navbera 2 mijdara 2024`an û 16`ê tebaxa 2025`an de, milyonek kes li hejmara giştî zêde bûye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24