Li Kerkûkê 6 çekdarên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li Iraqê 6 çekdarên DAIŞ’ê hatin kuştin û yek jî hat girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê, ragihand ku hêzên wan di 12 û 14’ê tebaxê de, li dijî çekdarên DAIŞ’ê, li Parêzgeha Kerkûkê, dest bi operasyonê kiribûn.

Di daxuyaniyê de, hat eşkerekirin ku wan bi balafirên F-16’an, stargehên DAIŞ’ê yên li gundê Telîde yê navçeya Daqoq ya ser bi Parêzgeha Kerkûkê bombebaran kirin û di encamê de, 6 DAIŞ`î hatin kuştin.

Di heman demê de jî, Dezgeha Dijeterorê ya Iraqê ragihand ku bi hevkariya teknîka hêzên hevpeymanên navneteweyî, operasyoneke hewayî li navçeya Serhîd Meter a li navbera Kerkûk û Selaheddînê pêk anîn û di encamê de, endamê DAIŞ’ê yê bi navê Selman Xizir Silêman Dawid hate girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye