DI ZINDANEKE SÛRIYEYÊ DE KURDEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Di zindaneke hikûmeta demikî ya Sûriyeyê de, welatiyekî Kurd ê 39 salî jiyana xwe ji dest da.

reset font size increase font size

Fîras Farûq Bozan ê 39 salî ji gundekî herêma Babê ya girêdayî parêzgeha Helebê ye, li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bicih bibû û ji bo debara jiyana malbata xwe dixebitî.

Ew berî 40 rojan ji aliyê hêzên "Ewlekariya Giştî" yên hikûmeta demikî ya Sûriyeyê ve li Helebê hatibû binçavkirin. 

Duh malbata wî ji bo ku cenazeyê werbigire, hatibû agahdarkirin.

Hat diyarkirin ku şopên lêdan û êşkenceyê li ser bedena wî hatibûn dîtin, lê belê bijîşkên girêdayî hikûmeta demkî, îdîa kirin ku di encama bilindbûna zexta xwînê de, wî jiyana xwe ji dest daye.

Çavkaniyan diyar kirin ku hêzên "Ewlekariya Giştî" bê ku delîl û îsbata wan hebin, Fîras bi sûcên cuda gunehbar kirin û ji mafê xwe yê xweparastinê hatibû bêparkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24