Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, derbarê geşedanên di rojevê de ne di komcivîna partiya xwe de li Meclisê axivî.
Devlet Bahçelî, di axaftina xwe de tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk anî ziman ku dema avêtina gava wan di demeke rast de hatiye pêkanîn û wiha got:
“Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Di vê pêvajoyê de ti valahî û tavîz nayên qebûlkirin. Aştî ne tavîz e. Aştî hevsengiya parastina rûmeta dewletê û gel e. Di vê pêvajoyê de ti zeîfî nayê qebûlkirin. Hewcehî bi xwe mijûlkirinê nîn e.”
Bahçelî: Divê baskê duyemîn li ser gewdê çûkê bînin cem hev
Bahçelî, her wiha li ser pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd jî, gotinên xwe yên ji axaftina xwe ya 17'ê gulanê bi bîr xist û wiha domand:
"Di 17ê gulana 2025`an de, min got:
''Aştî çûkek yekbask nîne. Baskek bi banga Ocalan û biryara hilweşandinê ya ji ber vê yekê xwe nîşan da. Em wekî neteweyekê, divê baskê duyemîn li ser gewdê çûkê bînin cem hev.
Aştî tenê wê demê dikare were bidestxistin ku her du alî bi hev re baskê lê bidin û tevahiya netewe di heman alî de bimeşe."
Bahçelî, diyar kir ku di pêvajoyê de hewcedarî bi derengketin an jî taloqkirinê tune ye û li ser vê mijarê nirxandinên jêrîn kir:
Meclîsa me ya birêz ku temsîla îradeya neteweyî ye, berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi awayekî bêhempa bi cih aniye.
Serokê Giştî yê MHP`ê: Aştî teslîmbûn nîne
Însiyatîfa ku Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyê di vê pêvajoyê de girtiye, bi baldarî û hesteke berpirsiyariya bilind li ser navê neteweyê tê meşandin.
Em vê rewşê ji nêz ve dişopînin, xebata ku tê kirin ji nêz ve dişopînin û girîng dibînin ku hemî tedbîrên pêwîst werin girtin. Di vê mijarê de ti kêmasî, ti xemsarî û ti qelsî nayên tehemûlkirin.
Em dibêjin: Aştî teslîmbûn nîne.
Aştî ne tawîz e.
Aştî hevsengiyek e ku bi parastina rûmeta neteweyê û parastina hêza dewletê tê bidestxistin e. Aştî îdealek e ku tê de edalet, biratî û hebûna neteweyî bi hev re radibin."