Li Bexdayê çend wezîr û parlamenter hatin girtin

Hêza Dije Teror a Îraqê li navçeya Kesek a Bexdayê dest bi operasyonekê kir. Di vê opresyonê de çend wezîrên berê û parlamenterên niha hatin girtin. Hikûmeta Îraqê, heta niha bi awayekî fermî ti agahî yan daxuyanî der barê vê operasyonê de belav nekiriye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hêzeke mezin berê xwe da navçeya Kesek a Bexdayê.

Hêza Dije Teror a Îraqê dest bi operasyona girtina çend wezîr û berpirsên Hikûmeta welatê xwe kir.

Hêza Dije Teror serkêşiya operasyona Bexdayê dike

Di dema derbasbûna hêzê de, şer li wê taxê derket ku piraniya berpirsên Îraqê li wir dimînin.

Heta vê gavê ti agahî der barê wî şerî de nehatine parvekirin, lê dengê guleyan hişt ku piraniya xelkê Bexdayê ji xew şiyar bibin û dakevin cade û kolanan.

Operasyon bi biryara Elî Zeydî hatiye destpêkirin

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Hêza Dijer Teror çend wezîrên hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî, parlamenter û berpirs girtine, lê heta vê kêliyê jî nehaitye piştrastkirin ku gelo kî hatiye girtin.

Rojnameya El-Erebî El-Cedîd belav kir ku ku ev operasyon bi biryara serokwezîrê nû yê Îraqê Elî Zeydî li dijî gendelî û diziyê hatiye destpêkirin.

Di operasyonê de herî kêm 20 berpirs hatin girtin

Çavknaiyên wê rojnameyê eşkere kirin ku herî kêm 20 parlamenterên niha û wezîrên berê hatine girtin û operasyon berdewam dike.

Li gor dîmenên ku ji aliyê xelkê Bexdayê ve hatine kişandin, derdikeve ku di vê operasyonê de tank û otombêlên mertlakirî yên leşkerî hatine bikaranîn.

Ew hêza ku bi vê operasyonê jî rabûye, Dije Teror e ku yekser girêdayî serokwezîr e û wek hêza herî xurt û xwedî çekên pêşketî li Îraqê tê dîtin.

Serokwezîrê Îraqê xwe ji bo serdana Waşingtonê amade dike

Ev girtin di demekê de çêdibin ku serokwezîrê nû Elî Zeydî xwe ji bo serdana Waşingtonê amade dike û hatiye ragihandin ku di vê serdanê de wê Îraq û Amerîka çend peymanên nû bi hev re îmze bikin.

Berî 10 rojan Tom Barrack bi Zeydî re civiyabû

Berî 10 rojan şandiyê serokê Amerîkayê bo Sûriye û Îraqê Tom Barack serdana Bexdayê kiribû û bi serokwezîrê nû û çend berpirsên hikûmeta Îraqê û aliyên siyasî re civiyabû.

Piştî civîna 15`ê hezîranê, daxuyaniyeke hevbeş a herdu aliyan derketibû, têde hatibû destnîşankirin ku divê Îraq bi temamî ji komên çekdar ên li derveya kontrola dewletê bê paqijkirin û têkiliyeke bazriganî û ewlehî ya nû di navbera herdu welatan de bê danîn.

Tom Barack ji Elî zeydî re gotibû di nîvê meha tîrmehê de wê Donald Trump li Koşka Spî li benda hatina we be.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye