Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Cîhan deyndarê Kurdan e

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar bi daxuyaniyekê êrîşên çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd şermezar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û êrîşên li ser Kurdan şermezar kir.

Saar da zanîn ku ew ji rewşa li Helebê bi fikar in û wiha axivî:

"Êrîşên çekdarên Hikûmeta Veguhêz li dijî kêmîneya Kurd a li bajarê Helebê giran û metirsîdar in."

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê bi bîr anî ku Kurdan şerekî mezin li dijî DAIŞ`ê kiriye.

Gideon Saar da xuyakirin ku civaka navneteweyî bi giştî û Rojava bi taybetî, deyndarê şerefê ne ji bo Kurdên ku bi wêrekî û serkeftî li dijî DAIŞê şer kir."

Gideon Saar bal kişand ser zextên li ser pêkhateyan û anî zimên:

"Zextên sîstematîk û kujer ên li ser kêmîneyên curbicur ên Sûriyeyê li dijî sozên 'Sûriyeya nû' ne.

Bêdengiya civaka navneteweyî dê bibe sedema zêdebûna tundiya rejîma Sûriyeyê."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye