Hat ragihandin ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku di bin dorpêça Hikûmeta Veguhêz de ne têkilî bi temamî qut bûye û komên çekdar sivîlan dikujin.
Têkilî ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi temamî qut bûye
Bi pevçûnên li Helebê dest pê kir re li Parlementoya Tirkiyê jî di van rojan de rojeva sereke ev e. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan û Zulkuf Uçar di rûniştina parlementoyê de helwesta hikûmetê ...
Çekdarên Hikûmeta Veguhêz 3 endamên Heyva Sor a Kurd her wiha bi sedan welatiyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê revandine.
Heyva Sor a Kurd ragihand ku vê sibehê nêzî 100 birîndar ji taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê derxistine û got; "Hîna peywendî berdewam in, ger agahiyên rast ên li ser birîndarên din hebin, werin derxistin."
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ragihand ku îdîayên dibêjin Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê agirbest îlan kiriye û li nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir endamên Hêzên Ewlekariyê hene, ne...
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb îdiayên Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz ku dibêjin wan ji sedî 90’ê taxa Şêx Meqsûdê kontrol kiriye, derewandin.
Karwanê ji bo piştgiriya berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, gihaşt bajarê Hesekê.