Çekdaran 3 endamên Heyva Sor a Kurd revandine

Çekdarên Hikûmeta Veguhêz 3 endamên Heyva Sor a Kurd her wiha bi sedan welatiyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê revandine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî ku hatiye ragihandin 2 endamên Heyva Sor a Kurd û ajokarê ambulansê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji aliyê çekdarên Hikûmeta Veguhêz ve hatine revandin.

Ji ber vê yekê jî Heyva Sor a Kurd hemû hewldanan dike, da ku endamên wan serbest bên berdan.

Di heman demê de çekdarên Hikûmeta Veguhêz bi sedan welatiyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê revandine; jin birine mizgeftan û mêr jî revandine cihekî nenas.

Bi vê yekê jî Hikûmeta Veguhêz hemû qanûn û peymanên navnetewî yên ewlehiya welatî, endamên bijîşkî û xebatkaran binpê dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye