Di xwepêşandanên li Îranê de 491 kes hatine kuştin

Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di 16`an berdewam dikin. Heta niha zêdetirî 2 hezar xwepêşander hatine binçavkirin û 491 xwepêşander hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hêzên ewlekariyê yên Îranê û artêşa pasdaran, ji bo rêgirîkirina li ciwanan her cure tundiyê bi kar tînin.

Tê gotin xwepêşanderên birîndar dibin, ji tirsa girtinê newêrin serî li nexweşxaneyan bidin.

Zanîngeh ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve berdewam têne şopandin û zext li ser wan tê kirin û wekî yek ji navendên herî hesas ên nerazîbûnê têne hesibandin.

Xwepêşandanên gelên Îranê, li 585 navçe, 186 bajar û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne. Heta niha 45 zanîngeh beşdarî xwepêşandanan bûne.

Her wiha, medyaya ser bi rejîma Îranê dîmenê 96 xwepêşanderan weşand ku neçar mane îtîraf bikin ku xwepêşandanan wekî serhildan bi nav kirine. Binçavkirin û girtinên rejîmê tenê bi xwepêşandan û kolanan ve sînordar nemane, bi dehan kes ji bo saziyên ewlekariyê hatine vexwendin.

Nêzîkî 250 cenazeyên xwepêşanderên ku ji aliyê Hikûmeta Îranê ve hatine kuştin, li Navenda Tiba Edlî ya Kehrîzeyê ya li Tehranê ne. Malbat ji bo teşhîskirina cenazeyan serdana navendê dikin.

Di heman demê de, ev 3 rojin xetên înternetê jî hatine qutkirin, ev yek jî fikarên li ser operasyoneke tund zêde dike.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Hrana, di nava 16 rojan de 2 hezar û 681 xwepêşander hatine binçavkirin û 491 xwepêşander hatine kuştin ku ji vê hejmarê 8 kes dibin temenê 18 salî dene.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye